Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yehya Serî, derheqê operasyona ku hatîye lidarxistin de daxuyanî da, wî destnîşan kir ku ew di Behra Sor de keştîyeke bi navê Tutorê ku aîdê rejîma teroran e hedef girtine.

Hat îfadekirin ku keştî bi balafirên bêînsan yê hewayê û fuzeyên balîstîkî ve hatîye hedefgirtin, di encama operasyonê de keştî zerareke mezin girtîye û dibe ku bin av bibe.

Serî, îfade kir keştî ji ber ku qedexeyê îxlal kirîye hatîye hedefgirtin. (ÎLKHA)