Mela Abdulqudus Yalçinê ku hevaldozê Mela Seîd Varolê ji pêşîvanên Cemaata Hîzbûllah bû qala zehmetîyên ku Mela Seîd di dema teblîxa Îslamî de kişand û micadeleya wî ya Îslamî kir.
Mela Abdulqudus di destpêka axavtina xwe de diyar kir ew li Bismil Mela Seîd nas kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Wê demê min li Bismil melatî dikir. Mela Seîd araba dihat Bismil û dibû mêvanê dk. Wî xwe ji doza Îslamê re feda kiribû. Di Qur'ana Kerîm de Xweda dibêje 'Di nav Muminan de hinek kesên wisa hene ku ew ji soza ku dane Xwedê re sadiq in.' Em dikarin vê ayetê derheqê wî de tetbîq bikin. Lewra ew li gorî vê ayeta kerîm jiya. Mela Seîd Îslamê ji xwe re kiribû doz, dilê wî li serê dişewitî, ji xwe re dikir derd û ji bo zarokên vê ümmetê rizgar bibin xwe feda kir."
"Ew xwedî doz bû ji bo vê yekê dixebitî"
Yalçin di berdewama axavtina xwe de qala fedakarîya Mela Seîd a ku ji bo doza Îslamê kiriye kir û aldı: "Tiştê ku dibe wesîle ku merivek bibe xwedî fedakarîya ku tê kirin e. Mela Seîd bi heqê wê fedakarî kir. Ew doza Îslamê da pêşîya malbat, zarok, mal û süt û ji bo Îslam li welêt hakim bibe xebitî û micadele da. Bi heftîyan nediçû mala xwe û di vê pêvajoyê de bi Mislimanan û hevalên xwe yên dozê re hevdîtin dikir û bi wan re di warê 'Ji bo Îslam pêşve biçe, ji bo Îslam ji teref neslên bên ve bê qebûlkirin divê çi bê kirin û ji bo Misliman li gorî Îslamê bijîn divê çi bê kirin' de îstîşareyan dikir. Ew li ser vê yekê difikirî û xebatan dikir."
"Me bi Mela Seîd re azîz û îstîqrarî dît"
Yalçin di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku yek ji wan taybetîyên xwedî dawê azm û qerardarî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bi rastî jî vê taybetîyê bi Mela Seîd re dît. Her çi qas di wê demê fikra çepgir di rewacê de bû jî qet tirs bi wî re tune bû. Her wisa ew bi ilmê xwe amil bû, ehlê ilmê bû. Ew li gelek medreseyan ders standı û bi wê ilmê amel kir. Her wisa ilmê ku tahsîl kiribû hînî hevalên xwe jî dikir. Di pêvajoya girtîgehê de ders da gelek kesan û gelek kes jê îcazet standı. Gelek kesên bi qedr û qiymet li ber destên wî mezin bûn."
"Mela Seîd ji bo Îslam li ser van axan belav bibe gelek zêde xebitî"
Yalçin di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser hinek taybetîyên din ên Mela Seîd û wiha axaivî: "Mela Muhammed Seîd ji hêla dozê, teşkîlat, siyaseta Îslamî û her wisa di warê ilmê de gelek zêde feyde da derdora xwe. Emê di xizmetên Îslamî de bi hevre bûn. Mela Abdulqudus Yalçinê ku hevaldozê Mela Seîd Varol bû."
"Ew bawer dikir ku dahatûya vê ümmetê xort in"
Yalçin di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser xebatên Mela Seîd ên ku li Bismilê li ser xortan dikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Mela Seîd gelek zêde ehemîyet dida xebata li ser xortan û navbera wî bi wan re baş bû. Ew bawer dikir ku dahatûya vê ummetê xort in û di vê bergehê de xebatan dikir. Ew gelek zêde ji xortan hez dikir û ji bo xebatên Îslamî li ser xortan bê kirin û xort jî têkevin nava xeleka Îslamê gelek zêde hessas bû. Elbet ji ber vê eleqê xort xwe li dora wî digirtin û mislê perwaneyan li dora wî diçûn û dihatin. Lewra Mela Seîd sadiq û samîmî bû. Mela Seîd çûba kû derê bi xortan re hevdîtin dikir û bi xortên ku meyla wan li ser Îslamê hebû re sohbetan dikir."
"Dema ku Mela Seîd ket hepsê gelek zêde îşkence lê hatin kirin, lê belê wî qet ji doza xwe tawîz neda"
Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir Mela Seîd ji bo xebatên Îslamî ji malbata xwe dûr ma û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Varol xebatan dikir ji bo Îslam ji teref hevalên wî, kesên li derdora wî ve bi şiklê herî xweş û kamil bê qebûlkirin. Ji bo vê yekê gelek zêde sohbet, axavtin û xebatan kir. Mela Seîd dema ku Îslamê teblîx kir gelek zêde tehdayî kişand. Yek ji van tehdayîyan jî dûrketina wî ya ji malbata xwe bû. Lewra malbata xwe bi xwe re nikaribû bîne û bibe. Yek ji wan zehmetîyên din jî problema aborî bû. Lewra kesê ku xwe ji dozê re feda bike bi heqê wê nikare ji bo malê dinyayê bixebite. Wê demê pirtûkforşekî wan hebû û hindik be jî debara xwe ji wê derê dikir. Wekî din tu dahata wî tune bû. Ji teref dijminên Îslamê ve derheqê Mela Seîd de gelek zêde îftîra hatin gotin. Ji ber bêbextî û îftîrayan Mela Seîd di sala 2000î de hat girtin û gelek zêde îşkence lê hatin kirin; lê belê wî tu carî di doza xwe de şist nebû û ji doza xwe tawîz neda." (ÎLKHA)