Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ji ber kêmbûna sotemeniyê ya li navenda bajarê Xezzeyê hin hişyarî da.

Di daxuyaniya wezaretê de ev tişt hatin gotin:

"Yekane tanka oksîjenê ya li bajarê Xezzeyê, karûbarên diyalîzê ji ber nebûna sotemeniyê di talûkeya sekinînê de ne.

Nexweşxaneyên, navendên tenduristiyê û depoyên dermanan ên li bajêr jî ji ber nebûna sotemeniyê di ber sekinînê de ne.

Ambulansên mayî jî ji ber nebûna sotemeniyê di talûkeya sekinînê de ne." (ÎLKHA)