Qeza, li rêya Ovabaxê di seet 07.00an de pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, mînîbûsa bi plakaya 41 ACC 02 yê ku karkerên cotkariyê vediguhast û otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn. Li ser agahdayinê gelek ambûlans hat sewqkirin cihê qezayê.

Birîndar piştî mudaxeleyên ewil hat rakirin nexweşxeneyên bajêr. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)