Şewat, li ser banê otêlek termalê ku li ser rêya Afyonkarahîsar-Îzmîrê ye derket. Piştî ku kesên ferqa şewata ku danê sibê ji ber sedemeke nediyar derketiye kirin, îtfaiye û ekîbên polîsan sewqî herêmê kirin.

Bi midaxeleya ekîban kesên ku li otelê de diman û dixebitîn hatin rizgarkirin, 6 kesê ku ji dûxanê bandor dîtibûn hatin rakirin nexweşxaneyê.

Bi midaxeleyê ekîban şewat hat vemirandin. (ÎLKHA)