Ji teref Serdozgerîya Komarê ve derbarê 7 şikdarên ku tê îdiakirin di teşkîlata Erxenî ya PKK/KCKê de cîh digirin lêpirsîn hat destpêkirin.

Di operasyona ku di vê çarçoveyê de hat kirin de Şaredara berê ya HDPê ya Erxenîyê Kaya jî di nav de 6 şikdar hatin girtin.

Şikdarên ku karên wan li midûriyeta polîsan bi dawî bûn ji teref Dadweriya Cezayê ya Asliyeyê ve bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ya çekdar" hatin girtin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê da xebatên ji bo girtina şikdarekî jî dewam dikin. (ÎLKHA)