Di êrîşa ku li wîlayeta Katsînaya Nîjeryayê hat lidarxistin de 25 kes mirin.

Berdevkê Polêsê Katsînayê Abubakar Sadiq Aliyu derheqê bûyerê de daxuyanî da û destnîşankir ku endamên çeteyan êrîşî gundên Dan Nakwabo û Gidan Bofaya ku girêdayê wîlayeta herêma Kankarayê ne kirin.

Hat destnîşankirin ku di encamê de 4 jê polês 2 jê ewlekarên mehellî tev de 25 kes canê xwe ji dest dan.

Derheqê êrîşê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)