Filistîniyên li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê ya ku di bin îşxalê da ne wek berteka şehadeta 4 ciwanên Filistînî li bajara Ramallahê ji aliyê siyonîstên îşxalker ve dikanên xwe girtin.

Dikanan, di nav wan de yên li Bajarê Kevin ê dîrokî yê Qudsê, derbeyên xwe venekirin.

Hat diyarkirin ku li Şerîeya Rojava kuçe û kolan vala bûne û dikan û hemû dezgehên bazirganiyê hatine girtin.

Di êrîşa îşxalkeran a doh bi şev a li ser gundekî bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava de 4 Filistînî şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn.

Ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir va heta niha 537 Filistînî di êrîşên leşkerên îşxalker û siyonîstên ku axa Filistîniyan li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a îxşalkirî desteser kirine şehîd bûne. (ÎLKHA)