Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê yê Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin li Osetyaya Bakur balafireke şer a bi tîpa SU-24 a perwerdehîyê ji ber arizayeke teknîkî ket xwarê.

Hat hînbûn di encama bûyera ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)