Qessam, li ser Telegramê bi vîdeoyê daxuyanîyeke parve kir, hat daxuyandin ku di dema qetlîama Nuseyratê de 3 êsîşên îşxalê jî hatine kuştin.

Di vîdeoyê de decesedên êsîran jî hatin nîşandan û weha hat gotin, “Em ji we re didin diyarkirin ku artêşa we hinek rehîneyan serbest berban encax di heman kampê de sê kesên dinê jî kuştine, ji mirîyan yek jî welatîyê Emrîqayê ye.”

Qessam bal kişand, “Heta ku êsîrên me neyên serbestberdan ew ê êsîrên we neyên berdan.” Di dawîya vîdeoyê de jî weha hat gotin, “Wext diqede!”

Artêşa îşxalê li Kampa Nuseyratê qetlîameke mezin li dar xistibû, di encama wê qetlîamê de 247 kesan şehîd kirin, 698 kesan jî birîndar kirin. (ÎLKHA)