Hakan Fîdanê Wezîrê Karên Derve, wê bi Sergey Lavrovê hevkarê xwe yê Rûs û rayedarên Rûs re bicive.

Wezîr Fîdan wê beşdarî rûniştina BRICS+ a ku li 11ê Hezîranê bê kirin bibe.

Di hevdîtinan de bûyerên dawîn ên li Xezzeyê, mijarên herêmî û navneteweyî weke Ûkrayna, Sûrî, Lîbya, Qafqasyaya Başûr bê nirxîn.

Ji bilî endamên BRICSê, 15 welat (Tirkiye, Behreyn, Bangladeş, Belarûs, Cezayîr, Endonezya, Qezakîstan, Kuba, Laos, Morîtanya, Nîjerya, Tayland, Srî Lanka, Venezuela û Vîetnam) ji bo Rûniştina BRICS+ hatin dewetkirin.

Ji 1ê Çileyê ve, Rûsyayê Serokatiya Demkî ya BRICSê ji Komara Afrîkaya Başûr girtibû.

Civîna Bilind a BRICSê ya 16emîn wê di navbera 22-24ê Cotmehê de li Kazanê bê lidarxistin. (ÎLKHA)