Di êrîşa rejîma îşxalker a li ser Kampa Nuseyrat de li herêmê bû sebebe ziyanên maddî û ziyanên sivîl.

Di êrîşa ji nişka ve ya hêzên taybet ên girêdayî rejîma îşxalker a li ser sûka kampê de bi sedan zarok û jin şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî komkujiya li Nuseyratê şermezar kirin û diyar kirin ku êrîşên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin û divê zûka dest ji van çalakiyan berdin.

Wêrankirina Kampa Nuseyratê, zehmetiyên ku Filistîniyan pê re rû bi rû mane û krîzên mirovî yên ji ber dagirkeriyê derketine holê careke din radixe ber çavan. (ÎLKHA)