Li gor agahiyên hat bidestxistin, li gundê Mergeha girêdayî navçeya Qilabanê duh bişev piştî barana zêde birûsk ket.

Di wê demê de birûsk li bizinên ku di çiyayê de diçêrîyan ket. 2 şivan zirar nedît lê 200 bizin telef bûn.

Li ser agahdayînê gelek cendirme û ekîbên Midûriyeta Daristan û Çandinîyê ya Navçeyê  û gundî çûn cihê bûyerê.

Bi alikarîya gundîyan kerîyên mayî hatin birin ber bi gund ve.

Ekîbên derheqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)