Ebu Ubeyde di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Dijmin bi qetlîamên wehşîyane hinek êsîrên xwe xelas kirin, lê belê di heman êrîşê de hinek êsîrên ku di destê me de bûn jî kuşt. Lazim e bê zanîn ev êrîşên ku tên kirin ji bo wan êsîrên ku di destê me de ne dibe sedema tehlûkeyeke mezin.”

Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Xazzeyê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, di qetlîama ku li Nuseyratê hat kirin de 210 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)