Li gorî daxuyanîya ku li ser malpera HAMASê hat belavkirin Henîyye destnîşan kir siyonistên îşxalker û terorîst a niha jî li Nuseyrat û Deyr el-Balahê qetlîamên xwe didomînin û wiha got: “Welatên cîhanê rejîma îşxalê wek qatilên zarokan diwesfînin. Lê belê digel vê yekê jî  li dijî gelê Filistînê qirkirin tê kirin û ev welat vê qetlîamê nasekinînin.  Rejîma îşxalê dixwaze daxwazên xwe li ser me ferz bike û bi me bide qebûlkirin. Divê bê zanîn ev yek ew ê pêk neyê. Ew ê ti peymanên ku têde ewlehîya gelê me garantî neke dê neyê îmzekirin.”(ÎLKHA)