Di Nîsana 2023yan de, di navbera fermandarê artêşa Sudanê Abdulfettah El-Burhan û fermandarê Hêzên Destek a Lezgîn Muhammed Hamdan Dagalo de pevçûn derket.

Komîteya Berxwedana Kararî, diyar kir ku mesulê êrîşa ku roja Pêncşemê li Omdurmanê pêk hat RFS ye û “Hejmarê mirîyan ji 40î zêdetir, hejmarê birîndaran jî ji 50 zêdetir e.”

Li welat pevçûn berdewam dikin, herdu alî jî sûcên herbê bikartînin, sîvîlan hedef digrin û alîkarîyên însanî asteng dikin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres êrîşan şermezar kir û bang li Koordînatora Sudanê ya Neteweyên Yekbûyî Clementine Nkweta-Salami kir ku bila tehqîqatek bide dest pê kirin.

Rêxistina Koç a Navneteweyî, destnîşan kir ku di demeke nêz de dibe ku hejmarê koçberan “10 milyonî derbas bibe.”

Li gorî NY, ji 18 milyonî zêdetir însan bi birçîbûnê re micadeleyê dikin. (ÎLKHA)