Hat diyarkirin ku li gundê Çeqelîya Bismilê, di nav erdê ku genim çandinî bû de şewat derket, şewata ku derket bi midexeleya traktorên gundî û gundîyên derdorê ve hat vemirandin.

Li herêma ku ekîbên îtfaîyeyê xebatên sarkirinê lidarxistin de 40 donim erd bû wek xwelîyê.

Li gundê Erepkenta Bismilê jî dema ku bîçer debrê dikir şewat derket.

Di encama vê şewatê de nêzê 20 donim erd bû wek xwelîyê.

Li Taxa Tepeyê nêzê 10 donim, li gundê Zerê jî nêzê 8 donim erdên ku genim hatibûn ajotin şewitîn. (ÎLKHA)