Di encama êrîşa balafirên rejîma îşxalker ku doh êrîş kiribû de herî kêm pênc Fîlîstînî şehîd bûn.

Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku balafirên herbê yên îşxalkeran li başûrrojhilata Xezzeyê li Taxa Zeytûnê mala malbata Tafeshê bombekirin, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşa ÎHAyê de gelek zarok birîndar bûne.

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê destnîşan kir ku hêj di kolanan de gelek birîndar hene ku ew xwe ji wan re negihaştine.

Hat daxuyandin ku îşxalkeran Nexweşxaneya Îxtîsasa Kuweytê hedef girtine û di beşeke nexweşxaneyê de şewateke mezin derketîye.

Midûrê Nexweşxaneyê bang kir ku bila alîkarîya tibbî bê kirin.

Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve êrîşî Xezzeyê dike, di encamê de herî kêm 15 hezar 517 jê zarok, 10 hezar û 279 jê pîrek tev de 36 hezar û 731 Fîlîstînî şehîd bûn, 83 hezar û 530 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)