Şewat, duh derdora seat 17.00an li Daristana 100. Yil Ataturk a ku li nêzî kargeh, salonên dawetan û otêlekê li Meheleya Akanê ye derket.

Bi mudaxeleya ekîban a ji hewa û bejayê piştî 5 saetan hat kontrolkirin û hat vemirandin.

Di çarçoveya lêpirsînê de S.M, H.M. û M.M. yên ku di înşaata fabrîqeyê de qeynax dikirin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Lêpirsîna şikdaran dewam dike. (ÎLKHA)