Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di înşeata Dibistana Pêşîn Abdurrahman Paşa ya ku li Taxa Mecîdîyeyê ye de di dema rijandina betonê de hilweşîn pêk hat.

5 karkerên ku di bin betonê de man birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Walîyê Kutehyayê Musa Işin derheqê bûyerê de daxuyanî da û îfade kir ku rewşa birîndaran baş in.

Walî, daxuyand ku ew derheqê meseleyê de tehqîqat dane destpêkirin. (ÎLKHA)