Hêzên Çekdar yê Kûbayê, daxuyand ku ew ê komeke keştîyên aîdê Rûsyayê wê di 12ê Hezîranê de bighêjin Kûbayê û ew ê heta 17ê Hezîranê li welat bimînin.

Wezaret daxuyand ku ew ê di nav keştîyên ku ji teref Rûsyayê ve bêne şandin de fiqateyna "Admiral Gorshkov", keştîya binêbehrê yê nukleerî ya “Kazan”, romorkora xelaskirinê "Nikolai Checker" û tankêre petrolê "Pashin" hebin.

Di daxuyanîya ku ji teref Hêzên Çekdar yê Kûbayê ve hat belavkirin de bal hat kişandin ku zîyareta keştîyên Rûsyayê ya ji Havanayê re minasebetên dostîtîya dîrokî ya  di navbera Kûba û Rûsyayê de nîşan dide.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku keştîyên Rûs, “Li gorî quralên navneteweyî yên ku Kûba jî aligîrê wê quralê ye hereketê bikin û çekên nukleerî bar nekin, ji ber vê yekê mayîna wan ên li Kûbayê ji herêmê re tehdîdek çênake.”

Hat desntîşankirin dema ku keştîyên Rûsyayê bighêjin Kûbayê ew ê keştîyek ji bona ku dewleta Kûbayê silav bike wê 21 topan bavêje û ew ê ji wan topan re jî beteryayên topê yên aîdê Hêzên Çekdar yê Kûbayê bersivê bidin.

Xeyn ji van agahîyan artêşa Emrîqayê jî daxuyanîyek parve kir û îfadekirin ku ew tevgerên keştîyan teqîp dikin û piştî ku bighêjin Kûbayê jî teqîbên xwe bidomînin. (ÎLKHA)