Klûba Êsîrên Fîlîstînê, diyar kir ku dadgehên îşxalê yên li Salemê ji êsîr Usame el-Tavil re hem cezaya dawîya emrê xwe di hefsê de be û hem jî 30 sal cezaya hefsê da, ji êsîr Curî re jî hem cezaya dawîya emrê xwe di hefsê de be û 28 sal cezaya hefsê dane. Xeyn ji vana ew ê mehkûm 750 hezar şekel tezmînat jî wê bidin rejîma îşxalê.

Hat diyarkirin ku sûcê êsîran “bi hev re operasyon” li darxistine ye.

El Tavil û Curiyên ku endamên koma “Warê Şêran” in û li cîhên leşkerî  yên rejîma îşxalker bi hev re çalakî û operasyonan li darxistibûn û di encamê de leşkerekî îşxalê kuştibûn.

Hat destnîşankirin ku nêzê 600 Fîlîstînî cezaya muebbetê girtine. (ÎLKHA)