Komîsyona Tehqîqata Rûsyayê, daxuyand li Kemerovê du tramvayên ku di nav de rêwî hebûn li hev qelibîn.

Muşavîrê Wezareta Tenduristîyê Aleksey Kuznetsov, îfade kir ku li gorî diyarîyên ewil 7 jê zarok 109 kesan birîndar bûn.

Kuznetsov, ragihand ku ji birîndaran rewşa 4 kesan giran in.

Komîsyona Tehqîqata Rûsyayê, diyar kir ku derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)