Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand di encama xebatên ku ji teref Serokatîya Îstîxbarata Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê, Serokatîya KOMê û Serokatîya Daîreya TEMê ve hatin lidarixistin de; li Enqere, Çewlig, Bidlîs, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Entap, Stenbol, Îzmîr, Qers, Qeyserî, Qirşehîr, Qonye, Meletî, Muxla, Seqerye û Ûşakê li dijî FETOyê operasyona bi navê “Kiskaç-17” hatin lidarxistin.

Hat desntîşankirin ku di nav 4 rojan de 72 kes hatin binçavkirin. Di encama operasyonan de gelek amûrên rêxistinê jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)