Hemdan di civîna çapemeniyê de weha got: "Heta ku li Xezzeyê agirbesteke herdemî pêk neyê, îşxalker ji Xezayê dernekevin û peymana pevguhertina girtiyan neyê îmzekirin, em bi rejîma siyonîst re ti peymanê nakin.

Me pêşniyara ku me ji aliyên navbeynkar wergirtî agahdarî birayên Qeterî kir û ragihand ku me qebûl kiriye.”

Hemdan diyar kir ku wan di 5ê Gulanê de pêşniyarê girtine û di 6ê Gulanê de jî qebûl kirine û destnîşan kir ku ji vê pêşniyarê re ti bersiveke zelal ji aliyê rejîma îşxalker ve nehatiye dayîn.

Hemdan diyar kir ku daxuyaniyên rejîma îşxalker agirbesteke mayînde û vekişîna tam ji Xezzeyê nîşan nade nade û got, "Ev mijar bi daxuyaniyên Serokê Emrîqayê re ne li hev e."

Hemdan, ragihand ku rejîma îşxalker tenê dixwaze êsîrên wan azad bike û şer ji nû ve bide destpêkirin û dûre weha axavtina xwe dawî kir, "Heta ku lihevkirineke adil a pevguhertina esîrên ku tê de êsîrên me bên berdan çênebe, îşxalker rûyê esîrên xwe nabînin." (ÎLKHA)