Hat îfadekirin ku êrîş li dijî Kampa Penaberên Megazîyeyê hatîye lidarxistin, di wê êrîşê de 11 kes şehîd bûne, gelek kes jî birîndar bûne.

Rejîma îşxalker, li herêma Ebu El-Îcînê jî malekî hedef girt, ekîbên tenduristîyê heta niha 2 cenazeyên Fîlîstînîyan derxistin.

Di hedefgirtina malekî ya li Kampa Penaberan a Bureycê de jî 2 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Rejîma îşxalker, ji êvarê heta serê sibehê li Xezzeyê cîhên cuda êrîşan li dar xist. (ÎLKHA)