Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd Bin Muhammed el-Ensarî di daxuyaniya xwe ya li Dohayê de diyar kir ku wan pêşniyara agirbestê pêşkêşî HAMASê kiriye ku tê de şertên ji bo çareserkirina aloziyê yên ji aliyê Serokê Emrîqayê Joe Biden ve hatine pêşniyarkirin, hene.

Ensarî weha got, "Weke navbeynkar me pêşnûmaya Îsraîlê ku tê de prensîbên Serokdewlet Joe Biden destnîşan kiribû, wergirt û piştre jî ev pêşniyar ji HAMASê re şand. Di belgeyê de niha ji berê nêzîktirî helwesta her du aliyan nîşan dide. Em niha her tiştî dikin. Mumkin e ku lihevkirinek çêbibe."

Berî niha Biden şert û mercên pêşnûmeya nû ya agirbestê ku ji sê merhaleyan pêk tê pêşkêş kiribûn û HAMASê jî ragihandibû ku wan ev pêşniyar maqûl dibînin. (ÎLKHA)