Bûyer, li herêma Mît Xemra ku girêdayê bajara Dekahlîyeya Misirê ye pêk hat.

Li gorî çapemenîya mehellî, avahîyeke 5 qatî, ji ber vînça ku welatîyek dixwest eşyayên xwe bar bike hilweşîyaye.

Mirovên ku bûyerê dîtine weha îfade kirin, “Me dît ku avahî ji nişkav ve xwar bû, dûre dengê qîrîn û hewaran hat, di wê esnê de avahî hilweşîya û moloz li ser wesayîtekî ku di kolanê de derbas dibû ket.”

Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)