Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir yê Kuweytê ve hatîye belavkirin, di Balafirgeha Navneteweyî ya kuweytê de qasî 6.53 milyon dolar (212.8 lîre), hebên tiryakê hatine bidestxistin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di operasyonê de du xebatkarê sînorê tev de 6 kes hatine binçavkirin.

Tiryakên ku hatine bidestxistin ji bona ku tedbîrên qanûnî bêne girtin ji rayedaran re hatine sewqkirin. (ÎLKHA)