Bûyer, li gundê Galkogoya li herêma Eranaya Zagazolayê pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat, hilweşîn dema ku karker di madena zêran de dixebitîyan pêk hatîye.

Ajansa Bireveberîya Rewşa Acîl û Dewleta Nîjerê (NSEMA), daxuyand ku 30 kes di bin hilweşînê de asê mane.

Hat diyarkirin ku heta niha kesekî mirîye, 6 kes jî bi giranî hatine xelaskirin, li herêmê jî baran dibare û ax şilope bûye, ji ber vê yekê hilweşîn pêk hatîye.

Ekîban ji bona ku mirovên di bin axê de mane xelas bikin dixebitin. (ÎLKHA)