Li ser hîsaba medyaya civakî ya HUDA PARê daxuyanîyek hat parvekirin û di weşana HUDA PARê de hat îfadekirin ku di serokatîya Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglu de, di civîna Sazîya Îdareya Giştî de, derheqê dîroka kongreyê, cîh û rojevê de biryar hat girtin.

Li gorî biryara ku hatîye girtin, Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê, di 7ê Tîrmeha 2024an de roja Yekşemê di seat 13.00an de bê lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku heger piranîya hewce neyê bidestxistin ew ê civîna duyemîn wê di 21ê Tîrmeha 2024an de bê lidarxistin.

Kongreya Mezin ew ê “Di Navenda Kongre û Çanda Enqereya Bakur de” bê tertîpkirin. (ÎLKHA)