Di kontrolên ku ji teref ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ve li gundê Karaîncîrlîya Enezê hat kirin de 69 koçber ên ku dixwestin bi rêyên qaçax derbasî Yewnanîstanê bibin, organîzatorek û gumanbarekî DKP/BOGê hatin girtin. Di dema ku organîzator û gumanbarê DKP/BOGê hatin binçavkirin, koçberên neqanûnî piştî karên wan hatin teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê kirin. (ÎLKHA)