Di encama êrîşên hewayî û bejahî de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rejîma teror û îşxalê doh êvarî êrîş bir li ser Derec, Sahat eş-Şeva û El-Beldeya el Qadimîyeya Xazzeyê. Di encama êrîşên ku hatin kirin de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.

Di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir li Xazzeyê tên kirin de heta niha  36 hezar û 379 kes hatin şehîdkirin ku ji van 15 hezar û 328 kes zarok û 10 hezar û 171 kes jî pîrek in.(ÎLKHA)