Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewata ku hêj sedema wê nayê zanîn bi tesîra bayê di demeke nêz de belavî herêmeke mezin bû.

Welatîyên ku ji agir haydar bûn hewl dan bi traktoran agir bitefînin.  Hat hînbûn ji ber şewatê tevde 120 donim ceh şewitî.

Derheqê sedema derketina şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)