Rojnameya Hîndistanê "Hindustan Times", diyar kir ku li wîlayetên Odisha, Bihar, Jharkhand, Rajasthan û Uttar Pradeshê ji ber germê bûyerên mirinê pêk hatin.

Li gorî rojnameyê di navbera mirovên ku mirine de personelên ku ji bo hilbijartinê dixebitîyan jî hene.

Rojname agahîyên ku ji rayedarên bilind bidestxistine diyar kirin ku di nav 24 seatên dawîn de herî kêm 85 kesan canê xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin ku mirina herî zêde li Odishaya ku pileya germahîyê gihaştîye 50 dereceyê pêk hatîye. (ÎLKHA)