Hîzbullahê Libnanê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew destekdayîna ji xelkê Xezzeyê ya ku bi qerar, egîd û şanaz in didomînin.

Hîzbullah, îfade kir ku di vê çarçoveyê de ew ÎHAyên dijmin ên ku sûîqestan li dar dixin, xanîyên ewle hedef digrin û li dijî xelkê Libnan û gundên Libnanê êrîşan li dar dixin dişopînin.

Hîzbullah daxuyand ku ew di operasyona ku îro li dar xistine de balafireke bêînsan yê hewayê ya bi navê Hermes-900 hedef girtine, opersayon bi serfirazî dawî bûye û ÎHA hatîye xistin.

ÎHAyên heman modelê ji teref komên berxwedanê yên li Xezzeyê berê jî hatibûn xistin xwarê. (ÎLKHA)