Di daxuyaniya Hizbullahê da hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker a siyonîst li ser sînorê Libnanê berxwedêran kirin hedef.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşa hewayî de 2 endam şehîd bûne.

Hat ragihandin ku endamên Hîzbullahê Ehmed Muhammed Tabbuş û Abbas Haydar Busî li başûrê Libnanê şehîd bûne.

Hejmara endamên Hizbullahê yên ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve di şer û pevçûnên digel rejîma siyonîst de şehîd bûne, gihîşt 325 kesan.

Her wiha di şer û pevçûnan de 63 sivîlên Libnanî, 19 Tevgera Emel, 13 HAMAS û 15 endamên Cîhada Îslamî şehîd bûn.

Siyonîstan qebûl kirin ku di operasyonên ku ji teref berxwedanê ve hatin kirin de herî kêm 24 îşxalker hatin kuştin. (ÎLKHA)