Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve û Ewropayê ya Slovenyayê hat dayîn de hat diyarkirin ku Hikûmeta Slovenyayê qerara naskirina serxwebûn û desthilatdarîya Filistînê qebûl kiriye û pêşkêşî Meclisa Neteweyî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku naskirina Filistîneke serbixwe ji bo welatên din jî peyameke xurt e ku Slovenya, Norwêc, Îrlanda û Spanyayê bişopînin.(ÎLKHA)