Li alîyê Taxa Yenîceyê, di 26ê Gulanê de otobûseke aîdê fîrmaya Dîyarbekirê, derbasî alîyê dinê bû û li 2 wesayît û qamyonekî qelibî, dûre li heman herêmê qezayeke dinê jî pêk hatibû.

Ensar Kaan Şîmşek (9) ku di nav wesayîtê de bû û birîndar bûbû, li nexweşxaneya Bajar yê Mêrsînê canê xwe ji dest da.

Di dema qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest dabûn, 39 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran 2 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan û bi tevî van 2 kesan hejmarê mirîyan derket 12 kesan.

Cenazeyê Ensar Kaan Şîmşek, ji merga nexweşxaneyê re hat rakirin. Hat hînbûn ew ê cenazeyê Şîmşek li Edeneyê bê definkirin.

Şofêrê otobûsê Alî G. Jî piştî tedawîyê hatibû girtin. (ÎLKHA)