Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta salvegera 571emîn a fetha Stenbolê li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Îro 29ê Gulanê, salvegera 571emîn a fetha Stenbolê ye. Xwedê ji şehîdên ku ji bo Î’layî Kelîmetullah can dane û di vê rê de ceng kirine û wan xazîyên ku çûne axîretê re rehmê dixwazim. Ez di salvegera vê fetha bimbarek de ji Xwedê Teala di serî de ji bo  Xezzeyê dûre jî ji bo hemû herêmên ku di bin zilm û îşxalê de ne fethekî ku wan ji bin wê zilmê xelas bike bike nisîb dixwazim.” (ÎLKHA)