Di seatên êvarê de bi sedan mirov li ber Qesra Spî civîyan, Emrîqaya îşxalker jî ji ber ku destekê dide çeteyan û ew jî qetlîamê dikin lenetkirin.

Xwepêşandanên ku temsîlkarên STK û xwendekar jî di nav de hebûn, ji ber ku li Refahê Fîlîstînîyên di nav konan de hatin qetilkirin ji rejîma sîyonîst û Bîdenê ku destekê dide wan re bertekê nîşan dan.

Di destê xwepêşandanan de pankart hebûn û li ser wan pankartan van nivîsan dihatin nivîsandin, “Fîlîstîna azad”, “Qirkirina li Xezzeyê bidin sekinandin” û “Bîdenê Qirker”

Xwepêşandanan, bang li bireveberîya Emrîqayê kirin ku bila li Xezzeyê agirbesteke acîlî îlan bikin. (ÎLKHA)