Digel tehdîdên eşkere yên çeteyên îşxalê, Spanya qerara naskirina Fîlîstînê girt û bi vê gavê ji dewletên 193 endamên NY de 145ê wan êdî Fîlîstînê nas dikin.

Serokwezîr Sanchez, “Pêşîvanîya me dawîkirina meseleyên ku li Xezzeyê pêk têne ye û derbasbûnan jî ji bona alîkarîya îsnanî vebikin e, piştî vêya em ê xebatên xwe li ser çareserîya du dewletî bidin meşandin. Naskirina me ya Fîlîstînê ku me îro nas kir li gorî hiqûqa navneteweyî ye û ji bona ku konferanseke aştîyê bê tertîpkirin em ê bi welatên Ereban re bi hev re bixebitin.” (ÎLKHA)