Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser hesaba xwe ya Xê peyamek weşand û di wê peyama xwe de weha got:
“Ez ji xûşk û birayên me yên ku di qezaya li ser rêya Mezin a nêzê Edeneyê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji malbatên wan ên bi xemgîn re sebrê û sersaxîyê dixwazim.
Ji bo welatîyên me yên birîndar jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Daxwazîya me ew e bila bi lez û bez bighêjin sihheta xwe.” (ÎLKHA)