Qeza di wextên êvarî de li ser rêbeja Bedlîs-Wanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 74 BG 758 a ku ber bi Wanê ve diçû ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê qeza kir û gindirî şarampolê.
Piştî xeber hat dayîn re ekîbên ambûlans û AFAD û UMKEyê hatin sewqkirin cihê qezayê û 11 kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)