Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzzedîn el-Qassam   derbarê mijarê de bi vîdeoya ku belav kir daxuyanîyek da û got “Şervanên Qassamê şeva şemîyê li Taxa Cîbalîyayê komeke leşkerên îşxalker kişandine nava tunelan û ew xistine kemînê. Ji van êsîran hinek mirî û hinek jî zindî hatin êsîrgirtin. Di operasyonê de her wisa çek û muhîmatên îşxalkeran jî hatin bidestxistin.”

Piştî ku Ebu Ubeyde vê daxuyanîyê digel sûretên êsîrên îşxalker belav kir re nasên êsîrên siyonistên îşxalker bi teleba teqasa êsîran daketin kolanan û xwepêşan li dar xistin û taleb kirin ku bila hikûmet îstîfa bike.(ÎLKHA)