Qeza li Taxa Ayazê li nêzî mewqîya Çalica Ada ya Bûrsayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta ku ji kontrolê derket qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)