Li kampa jimare 13 a li bajarê Cox's Bazara ku zêdetirî 1 milyon misilmanên Arakanî ku piraniya wan ji êrîşa leşker û Budîstên Myanmarî reviyane, şewat derket.

Hat diyarkirin ku di şewatê de herî kêm 230 stargeh û 100 avahiyên din bi temamî bûne xwelî û zêdetirî 200 stargeh jî zirar dîtine. 

Hat ragihandin ku di şewatê de herî kêm 10 kes birîndar bûne. 

Şewat ji aliyê ekîbên îtfaîyê ve hat kontrolkirin. (ÎLKHA)