Hat ragihandin li Faryab û parêzgeha Sari Pula Efxanistan ji ber barana zêde û lehiyê 17 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Walîtiya Faryabê Esmetullah Muradî derbarê mijarê de diyar kir ku li navçeya Lawlashê ji ber barana zêde û lehiyê 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Walîtiya Muradî Ser-î Pol Hebîbullah Mesror jî ragihand ku di 2 rojên dawî de ji ber lehiyê li parêzgehê 4 kes mirin ku di nav wan de zarokek jî heye. (ÎLKHA)