Hat ragihandin li bajarê Rajkot ê eyaleta Gujarat a Hindistanê di lunaparkê de şewat derket.

Li gor tesbîtên ewil hat diyarkirin ku di encama şewatê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya ku ji teref rayedaran ve hat parvekirin de hat destnîşankirin ku hêj sedema şewatê nehatiye diyarkirin.

Rayedaran diyar kirin ku dibe ku gelek kuştî û birîndar hebin.(ÎLKHA)