Ofîsa Medyaya Êsîrên Fîlîstînê, derheqê êrîşên ku ev bû 2 hefteye ji teref sîyonîstan ve li Cîbalîyeyê tê lidarxistin de agahîyan da.

Di daxuyanîyê de hat desntîşankirin ku rejîma îşxalker ji Dibistana El-Harsanîyê 180 Fîlîstînîyan desteser kirîye.

Hat destnîşankirin ku aqûbeta Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin nayê zanin.

Hat îfadekirin ku terorîstên îşxalker li herêmên cuda yên Cîbalîyeyê êrîşan li dar dixe û bi dehan Fîlîstînîyan desteser dike.

Rejîma sîyonîst, di 12ê Gulanê de li dijî Cebalîyeyê êrîşa bejahîyê dabû destpêkirin, xwestibû  ku bila Fîlîstînî kolan û herêman vala bikin. (ÎLKHA)